Partizan:  ‏Newroz roja berxwedan û azadiyê ye‏ ‏Ji yên ku kirîn

Newroz roja berxwedan û azadiyê ye‏ ‏Ji yên ku kirîn

“Di rojên ku şerên hegemonyaya emperyalîst kûr dibin û şerên neheq her roj zêdetir dibin de em Newrozê pêşwazî dikin.

Em di rojên ku hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe mirovan qetil dikin û qirkirinê dikin de ne. Em li erdnîgariyeke ku herî zêde ji nakokiyên di navbera emperyalîstên ABD/AB û bloka Rûsya/Çîn de bandor bûye dijîn. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku Îsraîla siyonîst a ku emperyalîzma Amerîkayê wek kêrê xiste dilê gelên Rojhilata Navîn, li Xezzeyê gelê Filistînê qetil kir û qetlîamên wan didomîne. Hêzên mezin ên emperyalîst ji bo ji nû ve parçekirina erdnîgariya Rojhilata Navîn têkoşîneke dijwar dimeşînin. Ji bo vê jî xwe ji bikaranîna çeteyên cîhadîst li qadan dûr nagire.

Çeteyên cîhadîst ên ku bi piştgiriya ABD-TC’ê rejîma Esad hilweşandin, li Sûriyeyê qetlîamên xwe yên li dijî Elewî û Xiristiyanan didomînin. Dewleta Tirk tecrubeyên ku ji hovîtî û zilma li ser Elewî, Kurd û bindestan bi dest xistiye bi comerdî bi çeteyên HTŞ’ê re parve dike. Feqîrî û zulm bi çîzmeyên wan tên ferzkirin; Em di pêvajoyeke wisa de ne ku azadiya axaftin, çalakî û rêxistinbûnê tê paşguhkirin. Di dema ku îradeya gel ji aliyê rejîma qeyûm ve tê desteserkirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide hemû beşên civakî yên weke wê nafikire bifetisîne.‏ ‏

Em sala 2025’an di rojên ku hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên herêmî gavên ku dê zêdetir xwîn û hêstiran bigihîne gelên Rojhilata Navîn diavêjin pêşwazî dikin .‏ ‏Newroz! Hatina biharê û vejîna xwezayê bi sedsalan e ku li Mezopotamyayê diqewime.‏

‏Newroza îsal wek roja hêvî û azadiyê pîroz be!

Bila Newroz, navê  roja ku gelên Rojhilata Navîn jiyaneke nû hembêz dikin, bibe roja berxwedan û azadiyê!‏ ‏

Newroz roja serhildana gelê Kurd a li dijî Dehakên zalim e ku bi çakûçê Hesinkar Kawa tê sembolîzekirin.‏ ‏Newroz roja serhildana gelê Kurd e ku ziman û çanda wî nayê paşguhkirin!

Newroz ew roj e ku miletê kurd li dijî înkar û asîmîlasyonê bi sekneke xurt li ber xwe dide!‏ ‏Newroz 2025; Dê rojek were em ê hêrsa xwe li dijî rejîma qeyûm biqîrin.

Newroz roja serhildanê ye li dijî dijminatiya ku soza tunekirina her tiştê Kurdan daye.‏ ‏

Newroz roja yekîtî û hevgirtina gelan li dijî şer û dagirkeriyên neheq e!‏

‏Newroz Pîroz Be‏ ‏Bijî Newroz”

Partizan: Direniş ve Özgürlüğün Günü Newroz’da Alanlara..!